PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hêviyên min şikandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji çapemeniya Amerîkayê re axivî û wiha got: “Ji bo ku welatiyekî Tirkiyê ji aliyê Îsraîlê ve were serbestkirin, me alîkariya Tirkiyê kir. Piştî vê re me hêvî dikir ku Tirkiye jî Keşe Andrew Brunson serbest bihêle. Lê belê hêviyên me şikestin.”
Trump wiha dewam kir: “Min ji bo wî kesek rêkir. Hêviyên me nehatine cih. Lê belê ji bo çareserkirina vê meseleyê, em ê li hinek rêyên dî binêrin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin