10 roj in ku dê û bavê keseyê Dêra Keldanîyan winda ne

10 roj in ku dê û bavê keseyê Dêra Keldanîyan winda ne

PeyamaKurd - Federasyona Komeleyên Keldanîyan daxuyanîyek da û eşkere kir ku 10 roj in malbata keşeyê Dêra Keldanîyan winda ye û Keldanî ji ber vê yekê nîgeran in.

Ji 11ê Çile ve li gundê Mehrê yê Şirnexê du hemwelatîyên bi navê Hurmuz û Şimoni Diril ên Siryan winda bûn û ji wê demê ve nayê zanîn li ku derê ne û çi hat serê wan.

Federasyonê da zanîn: “Hemî hêzên li herêmê berpirs in. Pêşiyê Hikûmeta Komara Tirkiyeyê berpirs e. Em dixwazin bi awayekê ciddî lêkolîn li ser rizgarkirin Hurmuz û Şimoni Diril bê kirin.”

Serdozgerîya Şirnexê ji bo bûyerê biryara nepeniyê da.

Ji ber şertên xerab ên kêş û hewayê balafirên bêfirokevan li herêmê digerin lê tîmên alîkarî û hewarçûnê nekarîn biçin herêmê.

Hêjayî gotinê ye ku li gundê Mehrê bi tenê du mal hene. Ji xeynî herdu welatiyên winda kesek din jî heye lê ev demek e li gund namîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin