Ahmet Turk: Em pê li frênê AKPê dikin

Ahmet Turk: Em pê li frênê AKPê dikin

PeyamaKurd – Namzedê hevşaredarîya bajarê Mêrdînê Ahmet Turk dîyar kir ku desthilata AKPê gel ji hev vediqetîne. Turk, “Li dijî pêkanînên hikûmetê em wezîfeyê frenî dibînin.”

Ahmet Turk di çarçoveya xebatên hilbijartinê da ji televîzyoneke Tirkîyê ra axivî.

Hin xalên sereke yên axaftina Ahmet Turk wiha ne:

  • Serokomar (ê Tirkîyê) behsa îradeya gel dike lê ji bo 95 şaredarîyan qeyûm wezîfedar kirin. Kanî îredayê gel?
  • Me bi tu kesî re tifaq nekirîye. Wisa nîşa didin ku em CHP û Partîya IYIyê ra rêkkeftine.
  • Desthilat (a AKP) her ku diçe dûrî demokrasîyê û biratîyê dikeve. Desthilata AKPê her ku diçe gel ji hev vediqetîne. Li dijî pêkanînên hikûmetê em wezîfeyê frenî dibînin.”
  • Sîyaseteka ku neyartîya kurdan dike dihê meşandin. Bi gotina ‘beka’yê dixwazin biryara welatîyên apolîtîk biguherînin.
  • Soylu îftîrayan dike, dibêje zarokekî 15-16 salî li şaredarîyê nigê xwe diavêje ser û talîmatan dide. Li Mêrdînê her kes rêz û hurmetê nîşanî min dide, tiştekî wisa tine ye.
  • Her gav dibêjin me dawî li hebûna PKK da lê di dema hilbijartinan da dihên û dibên pirgirêkan bekayê (man û neman) heye. Ev nakokîyek e. Madem wisa ye, çawa dibe ku pirsgirêka bekayê hebe.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin