PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî civîna Encûmena Serkirdatiya wê wê partiyê, ragihand, PDK ji bo berjewendiya xelkê nermî nîşan daye û neçûye bereya dijayetiya ti aliyekî.
Berdevkê PDKê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, “Em bi YNKê re rêkeftibûn ku roja 18ê Sibatê civîna Parlemanto encam bide û Serokatiya Parlemantê bê hilbijartin, lê mixabin ew başdar nebûn û poşman bû. Piştî wê roja 4ê Adarê jî bi YNKê re 2 me rêkeftin îmze kirin û di piştre paşkoyek bo wan her du rêkftinan jî me îmze kir û me diyar kir ku çawa babet bêne çareserkirin. ”
Derbarê pirsgirêkên Kerkûkê de, Mehmûd Mihemd got: “Serok Barzanî û Kak Kusret Resûl li ser posta Parêzgarê Kerkûkê lihev kiribûn, lê YNKê poşman bû. Bi YNKê re rêkeftibûn, ku berî hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê, tenê pirsa postan yekalî bibe û piştî pêkanîna hikûmetê pirsên din yekalî bikin. Lê mixabin YNKê bê serûberî û bê me agahdar bike vekişiya.”
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, bi YNKê re li ser hemû tiştan rêkeftibûn û naveroka her du civînên me kiribûn, belav dikin. Li ser dahatûya pêwendiyên PDK û YNKê, Berdevkê PDKê got:
“Divê rêkeftin bê bicihkirin, lê ta niha ti guftûgo me nekiriye û me gotina xwe gotiye. Ew bi rêkeftinê pabend nebûne û divê ew berpirsatiyê bixin stûyê xwe. Divê xelkê Kurdistanê vê yekê bizanibe.”
Derbarê pirsgirêkên şewitandina genimên cotkarên Kurd li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de got: “Ew di stûyê hêzên ewlehiyê de ye û divê rewşa niha ya Kerkûkê bê çareserkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin