Gengeseya di navbera Siûdî û Kanadayê de

Gengeseya di navbera Siûdî û Kanadayê de

PeyamaKurd - Piştî gengeşeya di navbera herdu welatan de Wezareta Perwerdeya Erebistana Siûdiyê ragihand ku bernameyên xwendekar, burs û perwerdeyê bi Kanadayê re daye sekinandin.

 Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê rêveberiya Riyadê, hemû xebatên perwerde, burs û di warê xwendekaran de bi Kanadayê re dan sekinandin û ji bo neqla xwendekarên di çarçoveya vê bernameyê de ji bo welatên din xebat hatiye destpêkirin.

 Piştî ku Siûdiyê hin çalakvanên mafên mirovan girtin Kanadayê daxuyanî da û ev bû sedemê krîza dîplomatîk.

Siûdiyê vê sibehê ragihandibû ku divê Balyozê Kanadayê di 24 seetan de welat terk bike û hemû têkiliyên ticarî yên bi vî welatî re dan sekinandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin