PeyamaKurd – Li Dêrsimê, ber destê êvarê, li ser rêya Dêrsimê û navçeya Ovacikê, bi zordayîna TIR e kî kamyonetekî qeza kir û ket nav ava çemê Mînzûrê.
Di qezayê de ajotvan Orhan İlkün û kesên li ser kamyonetê bûn, İdris Kaya, Ali Sayan, Kazım Karakoç, Mustafa Kaplan, Selim Kaplan, Davut Yaman û kesekî navê wî nehat zanîn birîndar bûn. Li ser qezayê tîmên AFAD ê çûn ciyê bûyerê.
Tîmên AFAD ê û tenduristiyê li ciyê bûyerê hemî birîndaran ji çem derxistin û wan birin nexweşxana dewletê ya Dêrsimê. Lê halê du birîndaran baş nîne.
Lê ew TIR a ku bû sedema qezayê li navçeya Ovacikê ji aliyê cendirmeyan de hat binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin