PeymaKurd - Hat ragihandin ku Asayîşa Silêmaniyê ya girêdayî YNKê fîlmekî tirkî yê PKKê ku li ser rewşa girtiyên ‘Zindana Diyarbekirê’ hatiye çêkirin, qedexe kir.
Li ser rûpela Sînemaya Salim a Silêmaniyê ya Facebookê hat ragihandin ku nîşandana fîlmê tirkî yê bi navê ’14 Temmuz’ ê derhênerê Kurd Haşim Aydemîr ku li ser rewşa girtiyên PKKê yên girtîgeha Diyarbekirê hatiye çêkirin, ji aliyê asayîşa YNKê ve hatiye qedexekirin.
Li gor daxuyaniya rêveberiya sînemaya Salim, asayişa Silêmaniyê gotiye, bêyî haydariya wan nabe bi ti awayî ew fîlm were nîşandan.
Biryar bû fîlmê navborî 1ê Kanûna 2018an li Sînemeya Salim were nîşandan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin