PeyamaKurd- Li welatê Pakistanê li bajarê Îslamabadê hemû partî hatin cem hev û konferanseka bi navê “konferansa hemû partiyan” lidarxistin. Hemû partî di konferansê de gotin ku ew encamên hilbijartinan qebûl nakin û wê di seranserê welat de xwepêşandanên protestoyî bikin.
Li Pakistanê Partiya Tevgera Edaletê (PTI) hilbijartinê qezenc kiribû lê partiyên di derveyê wê de encamê qebûl nekiribûn. Dixwazin hilbijartin dubare bibe. “Konferansa Hemû Partiyan” di bin navê Konseya Tevgera Hevgirtî” de hat kirin û beyanekî dan çapemeniyê.
Serokê partiya MMA yê Mewlana Fazlurrahman û serokê PML-N yê Şahbaz Şerîf ragihandin ku encama hilbijartinê qebûl nakin. Fazlurrahman got ku dê di nava çend rojan xwepêşandanan bikin da roja hilbijartinê bê tayînkirin û weha dewam kir:
"Em ê îznê nedin ku demokrasî ji aliyê rêxisitnek ve an kesekî de bê dîlkirin. Îrada xelkê hat dizîn. ”
Li gor encamên ne fermî, serokê partiya 3 yem ya bi navê Partiya Gel ya Pakistanê Bilaval Butto Zerdarî, li bajarê Karaçiyê civînekî çêkir. Butto got ku hilbijartin ne di şertên azad de hatiye kirin û Komîsyona hilbijartinê dawetî îstîfayê kir.
Butto weha got: “ Em ê hilbijartinê bixin rojeva meclisê û di nava muxalefetê de ciyê xwe bigrin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin