Peyemakurd - Îro, di ragihandina Îranî de belgeyek hatiye belavkirin, ku di navbera Fermangeha Sipayî ya Herêma Rojavayê Welat-Îran û PKK de pêk hatiye. Em vî belgenameyî bê komentar pêşkêşî xwendakarên PeyamaKurd dikin.
Bi nave xwedê
Komara Îslami ya Îran
Jimare: 41131
Dem: (vala hiştine) Logo ya Spayê Pasdarên Inqilab
Pewest: Saxbûna reber
Agahdarî ji Fermangeha Sipayî ya Herêma Rojavayê Welat
Ji bo berêzên Komîsyona Ewlekariya Mîllî
Babet: Berdewamiya pewendiyên mercdar ligel gruhî(unsurên) PKK
Ligel silav û rêzên me ev daxuyanî li xwarê tê pêşkeşkirin.
Li gor destûr û fermana jimareya 643-1 ku ligel guruhê(unsurên) PKK lihevkirin pêk hatiye, divê ew ji bo hêzên me nebin rêgir û pirsgirêkan dernexin. Lê eger hat û piçuktirîn hewl li beramber vê peymana hanê rû bide, wê Qerergaha Remezan tevaya alikariyên lojîstîkî û alîkariya Radarê ji bo PKK rabigre/bibire.
Ji aliyê din ev gruha hanê pabende (qebul kiriye), ku deverên li sînor bi jimareyên 7-8-11-16-17 kontrol bike û hemû cûre agahdariyan bide Qerargeha Ramazan.
Herweha hatiye qebûlkirin; eger hat û endamên Iranî (Ji gruha PKK) vegeriyan yan jî bêne girtin, wê radestî dadgehên Îranê bibin. Lê eger kesên Tirkiyeyî, Îraqî û Sûriyeyî bêne girtin, wê bên bêçekkirin û emê wan radestî navenda gruha PKK bikin.
.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin