Berbijêrê PDKê: “Emê li Bexdayê ji bo Serxwebûnê hewl bidin”

Berbijêrê PDKê: “Emê li Bexdayê ji bo Serxwebûnê hewl bidin”

PeyamaKurd - Berbijêrekî PDKê ku yasanas e dibêje, emê wek parlamenterên PDKê li Bexdayê ji bo mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê guvaşê li Hikûmeta Iraqê û Bexda bikin. Herwiha dibêje, eger Hikûmeta Iraqê berdewam be li ser binpêkirinên xwe emê li Parlamentoya Iraqê behsa encamên referandumê bikin û li wir hewl ji bo serxwebûnê bidin.

Parêzer Karzan Selam ji malpera PDKê re ragihand: “Hikûmeta Bexdayê berdewam mafên Kurdistanê binpê kiriye. Eger destûr hatiba cîbicîkirin dê gelek mafên Kurdistanê hatibana bidestxistin. Heta niha zêdetirî 55 madeyên destûra Iraqê hatine binpêkirin, ku piraniya wan taybet in bi Kurdistanê. Divê piştî hilbijartinan Kurd careke din hewl bidin ji bo mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”

Wî berbijêrê PDKê wiha got: “Eger Hikûmeta Iraqê berdewam be li ser binpêkirinên xwe emê li Parlamentoya Iraqê behsa encamên referandumê bikin û li wir hewl ji bo serxwebûnê bidin. Emê ji cîhanê re bêjin Bexda naxwaze şeraketê ligel me bike. Li gerî destûrê Iraqê jî eger şeraket li Iraqê nema neteweyên Iraqê dikarin daxwaza cudabûn û serxwebûnê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin