Berdevkê PDKê: Em di demeke nêzîk de bi YNKê re dicivin

Dîroka Weşanê :
Berdevkê PDKê: Em di demeke nêzîk de bi YNKê re dicivin

PeyamaKurd- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmud Mihemed, li ser pêngavên pêkanîna hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê li ser damezrandina kabîneya 10an got: "Em bi YNKyê re di nav danûstandinan de ne da ku em ji bo vê mijarê çareseriyekê peyda bikin."

Berdevkê PDKê diyar kir, "Em dê di van çend rojan de (bi YNKê re) hev bibînin û pêngavên pêwîst bên avêtin."

Berdevkê PDKyê got,"Hewla me ew e ku di demeke herî nêzîk de kabîneya 10emîn a hikûmetê were avakirin."

Di hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Kurdistanê de PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bi dest xistibûn û ev 13 meh in hîn hikûmet nehatiye avakirin.

Di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de ku 11ê Mijdara 2025an hatibûn kirin de, PDKê 27 kursî û YNKê jî 18 kursî bi dest xistibûn.