PeyamaKurd - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî ya Azerbaycanê û civîna ligel Îlham Aliyev de axivî.
Şehab li Bakuyê ji rojnamevanan re got, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Azerbaycanê di asteke baş de ne û di siberojê de di warê bazirganî û aboriyê de wê baştir bibin.
Dilşad Şehab diyar kir: “Komek hevbeşî hene di navbera gelê Kurdistanê û gelê Azerbaycanê de, herwiha ew birayên me yên Kurd ku li vir in, beşeke zindî ya gelê Azerbaycanê ne, lê belê bêguman ev nêzîkbûna hev û hevbeşiya kultûrî û civakî rê ji bo me xweş dikin.”
Şehab da zanîn: “Pêwendiyên me yên ligel Azerbaycanê asteke fermî ye, weke Herêmeke Federal di çarçoveya Iraqê de, Azerbaycan welatekî wisa ye ku ji bo jêrxaneke bihêz gav diavêje, Herêma Kurdistanê jî dikare sûdê ji ezmûna vî welatî werbigre.”
Şehab diyar kir: “Yek ji mijarên ku di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Azerbaycanê de hat behskirin, handana veberhênana Azerbaycanê ye ku veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin, Serokê Azerbaycanê jî ev bi kêfxweşî wergirt, ez bawer im di siberojê de jî şanda bazirganî û veberhêneran danûstandinan dê bikin.”
Dilşad Şehab bibîr xist ku derfeta vexwendina Nêçîrvan Barzanî bo Azerbaycanê, di merasîma sondxwarina serokomarê Tirkiyê de û di Korbenda Munichê de, çêbûye ku ligel Aliyev hevdîtin pêk anîbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin