PeyamaKurd – Bexda, şandina mûçe û budçeya Herêma Kurdistanê, weke karta zextê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar tîne.
Li gor Endamên Parlamentoya Kurdistanê diyar dikin: "Eger dahata hemû xalên sînorî vegere û yasaya çaksaziyê wekî xwe bi cîh bibe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare mûçeyan belav bike, lê her hewleke hikûmetê tê dayîn da ku bi Bexdayê re lihevkirinek pêk bê.’’
Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di rêya bicihkirina karnameya xwe de, gavên baş ji bo çaksaziyê avêtin, bi armanca zêdekirina dahatê û kêmkirina xerciyan. Herwiha pêngavên berbiçav jî bo rêkxistin û birîna xaneşîna neyasayî avêtine, da ku bikare mûçeyên karmendan bide û pişta xwe bi xwe bibeste, lê ev jî li ser hevkariya aliyên pêkhênerên kabîne nehem disekene.
Endamê Komîta Destpakiyê ya Parlamentoya Kurdistanê Weysî Seîd ji K24ê re daye zanîn: “Heger aliyên pêkhênerên Hikûmetê hevkar bin, Hikûmet dê bikare pirsgirêka mûçeyê çareser bike, lê ligel wê jî, her hewlekê ji bo bi Bexdayê rêkeftinê bikin didin.”
Weysî Seîd destnîşan dike, heger tevahiya dahatên xala sînorî vegerin xezîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yasaya çaksaziyê wek xwe bê cibicîkirin û jêderên din ên dahatê bêne rêkxistin, Herêma Kurdistanê dikare pişta xwe bi xwe ve girê bide û li benda Bexdayê nemîne.
Li ser pirsgirêka mûçeyan Endama Parlamentoya Kurdistanê Sara Dilşad axiviye û eşkere kiriye, heger hin alî dest ji qaçaxçîtiyê berdin, xalên sînorî bê rêkxistin û aliyên siyasî jî piştgîriya pêngavên kabîneya nehem bikin, pirsgirêka mûçeyê dê çareser bibe.
Hin komên Parlamentoyê, bi rêyên cuda hewl didin projeyasaya budceya 2021an a Iraqê ku niha ji bo pesendkirinê li Parlamentoya Iraqê ye, neyê pesendkirin. Endamekî Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê radigihîne, piştî betlaneya sersalê, Parlemanto projeyasaya budceya giştî ya Iraqê dixe karnameya Parlamentoyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin