PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 4ê Çileyê bi çavdêriya Serok Mesûd Barzanî merasîma kevirê bingehîn ê projeya bîrdariya komkujiya Aşûriyan dibe ku li navenda qezaya Sêmêlê tê danîn.
Di bin çavdêriya Serok Mesûd Barzanî de û bi serperiştiya Mar Awa III, Patrîarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî li Cîhanê, îro gaveke dîrokî ji bo bibîranîna qurbaniyên komkujiya Aşûriyan tê avêtin. Di merasîmê de kevirê bingehîn ê Bîrdariya Komkujiya Aşûriyan li navenda qezaya Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve tê danîn.
Hate diyarkirin ku ev projeya ku ji bo bi rûmet girtina bîranîna qurbaniyên komkujiyê tê avakirin, li ser rûbereke fireh a 6 hezar û 250 mîtreçargoşe hatiye dîzaynkirin. Armanca projeyê ew e ku dîrok û qurbaniyên pêkhateya Aşûrî li herêmê were parastin û wekî sembola pêkvejiyan û rêzgirtinê bimîne.
Merasîma danîna kevirê bingehîn îro li demjimêr 13:00 li avahiya Rêveberiya Çandî ya Sêmêlê bi rêve biçe. Tê çaverêkirin ku gelek kesayetên payebilind ên siyasî, dînî û nûnerên pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê di vê çalakiyê de amade bin.
Ev monûment wekî giringîdana Herêma Kurdistanê bi dîroka hemû pêkhateyan û wekî rêzgirtinek li hemberî êş û azarên Aşûriyan di dîrokê de tê dîtin.