Birîndarê Helebce yê bi amûra oksîjenê dijî: Mirin bastir e ji vê jiyanê

Birîndarê Helebce yê bi amûra oksîjenê dijî: Mirin bastir e ji vê jiyanê

PeyamaKurd – Tevî ku 33 sal bi ser kîmyabarana Helebceyê de derbas bûne, hê jî birîna kûr a komkujkirina zêdetirê 5 hezaran kesan, şopên kîmyabarên li ser birîndarên Helebceyê derbas nebûne.

Welatiyekî bi navê Hawkar rojane 20 demjimêran amûra oksîjenê bi devê wî ve ye û bi qutbûna oksîjenê ji ser Hawkar û birîndarên din ên karesata sedsala derbasbûyî re, dibe karesateke din biqewime.

Birîndarê çekên kîmyayî Hawkar Sabîr ji Rûdawê re gotiye: “Bi Xwedê jiyana min bi vê amûrê ve girêdayî ye ligel dermanan, bi şevan heta sibehê bi vê amûra oksîjenê şiyar dibim, ne ez bi tenê, li Helebceyê ligel 25 birîndarên din rewşa me wiha ye. Şevê bi vê amûrê ve dirazim, jiyaneke nerehet, mirin baştir e ji wê jiyanê.”

16ê Adara 1988an hêzên esmanî yên Iraqê di serdema rejîma Sedam de bo dema 5 demjimêran li esmanê Helebceyê zîvirîn û gaza bijehr a Xerdelê avêtin xwarê. Di vê êrîşê de ku wek mezintirîn êrîşa kîmyayî di dîrokê de tê nasîn, bi kêmanî 5 hezar kesên sivîl hatin komkujkirin ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Yek ji rizgarbûye kîmyabaranê Siweybe Mihemed dibêje: “Du roj berî 16ê Adarê em hatin topbarankirin, berdewam di jêrzemînê de bûn, car hebû sê rojan min pêlav ji piyê zarokên xwe dernedixist, min digot bila amade bin bo revê. Di bin topbaranê de. Komelgeha Eneb hat bordûmankirin, şeş caran hat bordûmankirin, ji ber rê bû ber bi Îranê ve diçû, hemû xelkê di rê de jinav çûn.”

Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê Luqman Ebdulqadir dide xuyakirin: “Rewşa birîndaran ji ber nebûna cihekî taybet û çavdêriyeke hûr ber bi xirabî û xirabtir diçe, piştî 33 sal ji karesata Helebceyê, niha jî birîndar di rewşa destpêkê de ne, pêdiviya birîndarên kîmyabaranê bi oksîjen û çareseriyê heye.”

Piştî 33 sal derbas bûne hê jî 25 birîndarên Helebceyê yên bi amûra oksîjenê jiyana xwe didomînin hene ku bandora çekên kîmyewî hê jî ji ser Helebceyê ranebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin