Hukumeta Kurdistanê wê pêdiviyên perwerdê yên Sengalê tamîn bike

Hukumeta Kurdistanê wê pêdiviyên perwerdê yên Sengalê tamîn bike

PeyamaKurd – Piştî peymana navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê, xwendevanên li Şengalê dixwînin, dê pêdiviyên wan ji aliyê hukumeta Herêma Kurdistanê de bên temîn kirin. Li ser perwerdadevera Şengalê rêvebirê herêmê Şehab Ehmed bo çapemeniya Kurdistanê ragihandiye ku temamê xwendevanên ku li Şengalê perwerde dibin, dê pêdiviyên wan hukumeta herêma Kurdistanê temîn bike.

Di çarçoveya tedbîrên li dijî Kovid-19 ê, tedbîrên ku di dibistanan de bên sitendin, temamê pêdiviyên tenduristiyê wê ji aliyê hukumeta herêma Kurdistanê bên temîn kirin. Pirtûk û pêdiviyên kirtasiyê her weha wê hukumeta Kurdistanê temîn bike.

Ehmed her weha ragihand ku li Şengalê wê 7 dibistanên din jî ku bi Kurdî perwerdê bikin bên avakirin û bi wan re wê jimara dibistanên ku bi Kurdî perwerdê dikin, derê 25 dibistanan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin