Di encama qezayê de pevçûn derket: 7 birîndar

Di encama qezayê de pevçûn derket: 7 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navçeya Xelîliyê 2 otomobîl lihev ketin û di navbera mirovên her dû ajotvanan de pevçûn derket. Di encamê de 7 kes birîndar bûn. Nasnameya ajotvanên erebeyan nehat diyarkirin.

Her dû alî bo giliyên hev bikin çûn qereqola polîsan û mirovên her dû aliyan çûn ber derê qereqolê. Li ber qereqolê munaqeşeya wan bû pevçûn û 7 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê li ciyê bûyerê mudaxeleyê birîndaran kirin û wan birin nexweşxaneya dewletê ya Balikligölê ya li Rihayê. Polîsan bi sedema pevçûnê 5 kesan xist binçav.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin