PeyamaKurd – Dengdana bawerî standinê ya hikûmeta hevpeyman a Îsraîlê ku partiya Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû tê de cî nagire îro li parlamentoya Îsraîlê Knessetê tê kirin.
Hevpeymaniya ku bi pêşengiya Serokê Partiya Dahatû Heye, Yair Lapid û Serokê Partiya Yamina, Naftalî Bennett bi beşdariya 8 partiyan hatiye damezrandin ji bo avakirina hikûmeta nû, îro 13ê Hezîranê li demjimêr 16:00 diçe ber dengdanê.
Heger hikûmeta hevpeyman bawerîyê bistîne, wê piştî sala 2009an cara yekem Netanyahû ji deshilatê dûr bikeve.
Ji bo avakirina hikûmetê pêwîst ji 120 kûrsiyan bi 61ê wan heye ku partiya Netanyahû Lîkudê nekarîbû têra avakirina hikûmetê di hilbijartinên pêşwext de kûrsiyan bi dest bîne.
Hikûmeta nû bê avakirin wê Bennett bibe serokwezîr û deshilata Netanyahû ya 12 salan jî bi dawî were.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin