Bo sêyemîn salvegera Destana Sihêla Serok Barzanî peyamek belav kir

Bo sêyemîn salvegera Destana Sihêla Serok Barzanî peyamek belav kir

PeyamaKurd – Di derbarê sêyemîn salvegera Destana Sihêla, Serok Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî îro li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir got: "Di sêyemîn salvegera dastana 26ê Cotmehê de, pîrozbahiyê li hêzên Pêşmerge yên leheng û tevahiya gelê Kurdistanê yên welatparêz dikim.”

Di sala 2017an de artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrîşî ser navçeyên Kurdistanî kirin, lê belê li devera Eyn Ozêr û li devera Zummarê, Pêşmerge dastaneke dîrokî nivîsand.

Tevî artêşa Iraqê wê demê di êrîşa xwe de tank, wesayîtên zirxî û tankên Abrams ên pêşketî bikaranîn jî, Pêşmerge bi çekên sivik rûbirûyî wan bû û nehiştin ew bi pêş kevin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin