Bokan / Ji ber tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê, rejîma Îranê stranbêjekî Kurdî darizand

Bokan / Ji ber tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê, rejîma Îranê stranbêjekî Kurdî darizand

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rejîma Îranê ji ber ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bûye, stranbêjekî Kurdî li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê darizand.

Li gorî nûçeya Kolber Newsê, duh, roja Pêncşemî, (27.03.2025) Koroş Fethî, stranbêjekî ji bajarê Bokanê, ji ber beşdariya pîrozbahiya Newrozê ya li gundê Kanî Reşê yê Bokanê, ji aliyê polîsê bajarê Bokanê ve hatiye bangkirin û lêpirsîn li ser wî hatiye destpêkirin. 

Li gorî vê nûçeyê, hêzên ewlehiyê dosyayek li ser wî welatiyî amade kirine û ew ji bo darizandinê şandine dadgehê.

Kolbernewsê diyar kir heta ku wan ev nûçeyê belav kirine jî, agahiyên zelal derbarê tawanên ku li dijî vî stranbêjê Kurdî de hatine tomar kirin nehatine eşkerekirin.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.