3 welatên Afrîkî belgeya konfederasyonê îmze kir

3 welatên Afrîkî belgeya konfederasyonê îmze kir

PeyamaKurd – Welatên Nîjer, Malî û Burkina Faso ji bo bibin konfederasyon gava yekem avêtin.

Her sê welatan belgeya hevpar a bibin konfederasyon îmze kir.

Nîjer, Malî û Burkina Faso beriya niha ji Civaka Aborî ya Dewletên Afrîkî (ECOWAS) veqetiyabûn. Her sê welatan yekem lutkeya xwe ya ber bi konfederasyonê biçin li paytexta Nîjerê Nîameyê li dar xist.

Wan dewletan Hevpeymaniya Dewletên Sahel (AES) damezrand û belgeya hevpar a konfederasyonbûnê îmze kir.

Weke serokê AESê jî ji bo salekê Serokomarê Malîyê Goita hate hilbijartin ku hate ragihandin êdî vegera nav ECOWASê ne mimkun e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin