PeyamaKurd- Rêxistina Alîkariya Artêşê ya bi navê OYAK ê ku ya artêşa Tirkiyê ye, peymana pêşî bi hilberînerê Brîtanyayê re bi British Steel ê re îmze kir. Li gor ragihandina OYAK ê divê heya dawiya salê ev şîrket dewr bê sitendin.British Steel hilberîna hesinê pola dike.
Holdîng a xwediyê OYAK ê Ataer Holding, British Steel a ku di meha gulanê de îflas kiribû, pêre hevdîtin dikir. Eger OYAK îmzekirina peymanê temam bike ew karmendên ku di şîrketê de ne, wê tê de xebata xwe dewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin