PeyamaKurd – Di çarçoveya hevdîtinên bi partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, şandeya PDKê îro jî bi pêkhateyên Kurdistanê rê dicive.
Şandeya PDKê îro bi partî û aliyên Tirkmenan re dicive û dê di destpêka saet 10:00an de, bi Partiya Çaksaziya Tirkmen û çend partiyên din re bicive. Piştre dê serdana Eniya Tirkmen bike û piştî civîna li gel Eniya Tirkmen, di saet 14:00an de jî dê serdana Partiya Geşepêdana Tirkmen bike.
Ev zincîrcivînên PDKê bi aliyên siyasî û pêkhateyan re, dê berdewam be û biryar e li gel pêkhateya Xirîstiyan û Mesîhiyan jî bicive.
Civîn bo guftûgokirina li ser yekrêziya nav mala Kurd û çareseriya pirsgirêkên li gel Bexda yên di çarçoveya destûrê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin