PeyamaKurd - Biryar e îro Şemiyê (28.09.2019) demjimêr 11:30an li encûmena rêveberiya PDKê ya li Hewlêrê civîna aliyên siyasî birêve biçe.
Li gor zanyariyên BasNewsê civîn derbarê pêkanîna lîsteyekî hevbeşe û hewla danîna navê lîsteyê dê bê dayîn, ku bo beşdarîbûna li helbijartinên meha Nîsan a 2020ê ya encûmena parêzgehên Iraqê ye.
Li gor agahiyên berdest aliyên beşdarî civînê bibin waha ne:
PDK, YNK, Tevgera Gorran, Yekirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komînîst (Şûî) a Kurdistanê, hevpeymaniya Niştimanî, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Nifşê Nû, Partiya Sosyalît Demokrat a Kurdistanê û çend aliyekî din ên siyasî dê beşdarî li civînê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin