PeyamaKurd- Rêveberê medenî yê Amerîkayê yê Iraqê Paul Bremer ragihand ku hinek efserên Amerîkî qala wê yekê kirine ku piştî Sedam Husên banga tevlîbûna artêşa Iraqê were kirin, Serok Barzanî û Celal Talebanî gotine ku heger hûn bangî artêşa Iraqê bikin, em ê ji Iraqê derkevin.”
Di 19ê Adara 2003yan de ji bo rûxandina rejîma Sedam Husên û piştî şerê Iraqê, ji aliyê Serokê Amerîkayê George Bush ve wekî Serokê Rêveberiya Demkî ya Hevpeymaniyê hat destnîşankirin. Dema wî wekî Dadwerê Medenî yê Iraqê ku di 9ê Gulana 2003yan de dest pê kiribû, di 28ê Hezîrana 2004an de bi dawî hat.
Bi nêzîkbûna 20emîn salvegera şerê ku bû sedema rûxandina rejîma Baasê ya Iraqê, Paul Bremer ku hevpeyvînek di rojnameya Şarkul Avsat de kir û tekez kir ku her çend ev biryar ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve nehatiye destûr kirin jî biryara Amerîkayê ya li dijî şerê Sedam "rast" bû.
Li gorî rojnameyê, Paul Bremer gelek razên ku ji eşkerekirina wan dûr dikeve, vedişêre.
Dîplomatê xwedî cerebe, li ser şîroveya rojnameyê ya ku dibêje ‘’Iraqiyan û Amerîkiyan berdêlên giran bi rûxandina rejîma Sedam dan’’ wiha got:
“Belê, rast e. Lê ji bo Iraqiyan jî gelek sûdmend bû. Niha dikarin hikûmeta xwe hilbijêrin. Li Amerîkayê em êdî bi rewşeke ku Sedam Husên vegere li pey çekên îmhayê yên wekî ku plan kiribû, re rû bi rû ne. Em ji belgeyên ku me piştî hilweşandina wî bi dest xistine dizanin ku wî plan dikir ku hewildanên xwe yên ji bo bidestxistina çekên wêrankirina komî dubare bike."
Ji aliyê Bush ve 2 erk hatin dayîn
Bremer diyar kir ku serokê wê demê yê Amerîkayê Bush 2 erk dane wî: “Yek hewildana ji nû ve birêvebirina çerxa aboriyê ji bo berjewendiya gelê Iraqê ye û ya duyem jî ew e ku alîkariya Iraqiyan bike ji bo pêkanîna şêweyekî nûneratî yê hikûmetê. Ev herdu ferman ji aliyê Serokatî ve ji min re hatin û min ew bi cih hanîn.”
Beramberî Partiya Baas û Partiya Nazî ya Almanî jî Bremer tekez kir ku ev partî piştî Sedam nikare li Iraqê cihê xwe bigire, ji ber ku Partiya Baas wekî amûreke siyasî di destê Sedam de rola xwe di kontrolkirin û tirsandina xelkê de lîst.
Bremer got, "Seddam sê qatan ji desthilatdariya Hîtler hukim kir," di heman demê de plana hikûmeta Amerîkî ya paqijkirina Baasê tenê ji % 1 ê serokên partiyan kiribû armanc.
Di vê derbarê de Paul Bremer da zanîn ku wî xeletî kiriye bi erkê cîbicîkirina fermaneke gelek teng li ser milê siyasetmedarên Iraqî. Lewra piştre ji bo ku qada pêkanînê were berfirehkirin, heta bigire mamosteyan, heta ku pêkan bû Iraqiyan gelek Baasgiran ji karên wan dûr xistin, ev yek di nav aliyan de bû amûreke kaşekaşê.”
Bremer amaje bi wê yekê jî kir ku artêşa Iraqê bûye amûreke bingehîn ji bo kontrolkirina bi darê zorê ya li ser xelkê di destê rêjîma Baas û Sedam. Bremer got ku hinek efserên Amerîkî li ser wê yekê difikirin ku artêşê nehêlin, lê Serok Mesûd Barzanî û Celal Talebanî yê nemir, li dijî vê yeke derketin û wiha dewam kir:
“Dema ku Bexda di 9ê Nîsana 2003yan de ket, li Pentagonê, generalên Amerîkî û General John Ebizaid gotin ku artêşa Iraqê yek tabûrek bi çekên xwe li Iraqê nemaye. Karmendên artêşê çûn malê. Artêşa Iraqê bi qasî artêşa Amerîkayê bû û ji 700 hezar kesî pêk dihat. Hêza efserên artêşê bi giranî Sunî bûn, lê leşker jî bi piranî Şîa bûn.
Ev artêş di operasyonê de beşdar bû ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1980an de şerê wêrankirinê yê li dijî Kurdan dinirxand û di sala 1988an de jî çekên komkujiyê li dijî bajarê Helebçeyê bi kar hanîn.
Piştî Şerê Yekem ê Kendavê, Sedam Husên heman artêş, bi taybetî lîwayên Pasdarên Komarê, ji bo tepeserkirina serhildana şîeyan li başûr bikar hanî. Heger hûn bipirsin xeletî li ku bû, ez ê bibêjim ku "hilweşînê" tercîh dikir.
Pirs ev bû: Ma em bangî artêşê bikin? Hin efserên Amerîkî behsa îhtîmala bangkirina artêşê kirin. Dema Kurdan ev yek bihîst, herdu serokên Kurdan Barzanî û Talebanî ji min re gotin, “Heger hûn bangî artêşa Iraqê bikin, em ê ji Iraqê derkevin. Ev yek dê bibe sedema şerê navxweyî.”
Şîeyên ku bi koalîsyona bi fermana Ayetullah es-Sîstanî re hevkarî dikirin jî ev xeber bihîstin. Şêx Ebdulezîz Hekîm ji min re got, “Heger tu wê artêşê vegerînî, em bi te re hevkariyê nekin. “
Bremer di Tîrmeha 2003yan de li Mûsilê kuştina du kurên Sedam Uday û Kusey û girtina Sadam jî wiha got:
“Pirsgirêk ew bû ku dema herdu kurên wî di Tîrmeha 2003yan de êrişî hêzên me li Mûsilê kirin û kuştin, diviyabû em ragihînin, lê em ne bawer bûn ku Iraqî ji me bawer bikin. Ji ber vê yekê leşker, Rumsfeld û tîma wî komek patholog û bijîjk hanîn cem hev da ku herdu laşan bibînin û piştrast bikin ku ew bi rastî kurên Sadam in. Ji ber ku li gorî peymana Cenevreyê, divê wêneyên leşkerên mirî neyên nîşandan, ev yeka ku Rusya her dem li Ukraynayê dike.
Ev yek bi awayekî xwezayî balkêş bû, ji ber ku ev 15 demjimêrên borî gotegot li Iraqê belav bûn ku me du kurên wî kuştine û kes rastiyê nizane, heta ku pizîşkên dadwerî yên Iraqî yên ku otopsî kirine ew yek piştrast kirin.
Wê demê li Bexda, Besra, Mûsil û Kerkûkê agirê şahiyan hat vekirin; ev di meha Tîrmehê de qewimî. Em di mijara Sadam de jî bi heman dubendiyê re rû bi rû man. Biryara me ew bû ku em bihêlin komek Iraqî li Firokexaneya Bexdayê pêşwaziya wî bikin. Ji ber vê yekê endamên Meclisa Rêvebir hatin vexwendin ku bi wî re hevdîtinê bikin û bi kesên ku dixwazin bên cem wî.
Di dawiyê de 4 kes bûn: Adnan Paçacı, Ahmed Çelebi, Muvaffak er-Rebii, Adil Abdulmehdi. Sadam li wir bû û wan yekser ew bi deng û hemû taybetmendiyên wî yên din nas kirin. Şik tunebû. Min girîng dît ku Paçaciyê ku wê demê Serokê Lijneya Rêveberiyê bû di dema daxuyaniyê de amade bû û bi vî awayî hat ragihandin.”
Bremer got ku wî tu carî Sadam nedîtiye û pê re neaxiviye û da zanîn ku têkiliyên wî bi Ehmed Çelebî û Îyad Ellawî re baş in û wiha got:
“Her wiha min bi Talebanî û Barzanî re û bi Muvaffek er-Rebîî, Ebdulezîz El Hekîm û nivîskarê romana “Şêrê Besrayê” Ziya Cubeylî re gelek wext bi van navan derbas kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin