PeyamaKurd - Li bajarokê Xurmatû yê Herêma Kurdistanê, ku di destê Heşda Şeibî de ye, alîgirekî PDKê rastî êrişa çekdarî hat û canê xwe ji dest da.

Berpirsê karûbarên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li bajarokê Xurmatû, Erselan Elî Dawudî ji medya Kurdistanê re got, îro danê sibê derdora saet 05:30an, layengirekî PDKê bi navê Salar Sabîr Zengene li mala xwe de hat kuştin.
Erselan Elî Dawudî da zanîn, Salar di nav hewşa mala xwe de rastî êrişa çekdarî hatiye lê nayê zanîn ew ê ku ew kuştiye, kî bûye û çima ew kuştiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin