Buldan: Wext hatiye Kurd yekîtiya netewî îlan bikin

Buldan: Wext hatiye Kurd yekîtiya netewî îlan bikin

PeyamaKurd- Hevseroka HDP ê Pervin Buldan tevlî kongreya DBP ê bû û di axaftina xwe de ragihand ku wexta milletê Kurd hatiye ku yekîtiya xwe îlan bike. Buldan axaftina xwe di kongreya 5 emîn ya DBP de kir. DBP slogana xwe ya bingehîn weha îlan kir: “Em bi rihê netewî ber bi azadiyê de dimeşin.” Pervîn Buldan di axaftina xwe de weha dewam kir:

“Wê Kurd têkoşîna xwe ya bo vekirina rêya demokrasiyê bimeşînin. Hevalên ku xistine zîndanan, yên di şûna wan de qeyûman tayin kirine, rê li ber demokrasiyê hatiye girtin. Dema em rêya demokrasiyê vekin, em ê bi gelê Tirk re vê rêyê bibînin. Tişta ku divê xelkê Kurd îro bike; yekîtiya netewî ye. Tevî ku em dereng mane jî, li ku dera dinyayê dibe bila bibe, divê Kurd werin cem hev û yekîtiya netewî îlan bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin