PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Îngîltere ragihand ku di wexta perwerda leşkerî ya Herêma Kurdistanê de leşkerekî Îngîlîz can daye. Xeber ji aliyê wezarê bergiriya Îngîltere John Healey de, di parlementoya Îngîltere hat teyîd kirin.
Li gor wezaretê; di roja 31ê Gulana 2026an de roja Yekşemê di çarçova amadekariya operasyonan û perwerdê de qeza çêbûye û di encamê de jiyana xwe ji dest daye. John Healey, di Kamara Awam de got:
“Do li Bakûrê Iraqê di seha perwerdê de me leşkerekî xwe wenda kir. Ez dizanim diayên xelkê me û meclisa me ji bo malbata leşkerê me yê jiyana xwe daye û ji bo hevalên wî ye.”
Wezaretê ragihand ku li ser daxwaza malbatê û hem wezaret dê niha nasnama leşker diyar neke da jiyana malbatê ya taybet biparêzin.
Leşkerên Îngîlîz li herêma Kurdistanê wekî perçeyekî ji kooalîsyona navdewletî hêzên Pêşmerge perwerde dikin û xizmeta Şêwrimendiyê dikin.