Çarçoveya Hevahengiyê pêswazî li destpêsxeriya Nêçîrvan Barzanî kir

Çarçoveya Hevahengiyê pêswazî li destpêsxeriya Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd – Çarçoveya Hevahengiyê, pêşwazî li destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê ya ku aliyên siyasî yên Iraqî yên nakok vexwandin û li Hewlêrê guftûgoyan bi armanca çareserîkirina rewşa niha Iraqê de bikin, kir.

Li gor serkirdeyê Çarçoveya Hevahengiyê Ehmed Esedî li ser twittera xwe diyar kir, ew pêşwazî li destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê dikin, ji bo çareseriya qeyrana niha ya Iraqê li bingeha yasa, destûr û berjewendiya gel.

Hêjayî gotinê ye, Çarçoveya Hevahengiyê, ji Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî, Hêzên Dewleta Niştimanî bi serokatiya Ammar El-Hekîm û Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî pêk tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin