PeyamaKurd - Li deriyên sînorî yên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çûnûhatin zêde bûye û rojane bi hezaran geştyar ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berê xwe didin Herêma Kurdistanê.
Hat ragihandin ku li wî deriyê sînorî yê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de hatinûçûna geştyaran bo herdu aliyan zêde bûye. Herwiha her çiqas di van heyamên dawîn de hatinûçûna geştyaran zêde bûbe jî û taybet di heyama 2 salên dawîn de ji ber ketina nirxê tûmenê Îranî, hejmara geştyarên ji Rojhilatê kurdistanê û Îranê bo Herêma Kurdistanê daketiya.
Li gor amarên du rojên bihorî yên deriyê sînorî yê Hacî Omeranê, ji Başûrê Kurdistanê jî 10 hezar û 300 kesan berê xwe dane Rojhilatê Kurdistanê. Hatiye gotin tê pêşbînîkirin îro jî zêdetir ji 5 hezar kesan derbasî bi rêya wî deriyê sînorî derbasî Rojhilat û bajarên din ên Îranê bibin.
Herwiha li gor amaran di heyama du rojan de zêdetirî 2 hezar kes ji Rojhilat û Îranê, derbasî Başûrê Kurdistanê bûne ku tê pêşbînîkirin îro jî zêdetirî hezar û 500 kes bi rêya wî deriyî derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.
Her sal di heyamên cejna qurbanê de bi hezaran hemwelatiyên Herêma Kurdistanê diçin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Herwiha di wan heyaman de bi deh hezaran welatiyên ji Rojhilat û Îranê jî berê xwe didin Herêma Kurdistanê. Herwiha Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê di daxuyaniyekê de aşkere kiribû ku di dayîna vîzeyê bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê de rekorek tomar kiriye.
Li gor Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê tenê roja Pêncşema derbasbûyî, zêdetir ji 4 hezar û 500 vîze bi hemwelatiyên Herêma Kurdistanê hatine dayîn û ev yek jî rekorek e nû ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin