PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsolê Çekyayê yê nû Mikhael Svoboda li meqamê xwe ezimand. Di hevdîtinê de geşedanên li herêmê û li Iraqê û pêwendiyên her du aliyan hatin axaftin.
Di derbarê hevdîtinê de hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek da û got em bi Konsolê Çekyayê yê nû Mikhael Svoboda re li ser girîngiya pêwendiyên her du aliyan sekinîn.
Mikhael Svoboda jî hevkarî û alîkariyên Çekyayê yên ji bo Kurdistanê bi bîr xistin û got ku Zanîngeha Çekyayê ya Teknîkî ya ku li Hewlêrê hatiye vekirin, ji bo xebatên zanistî gaveke girîng e.
Barzanî jî ji bo Svoboda serkeftin xwest û got ku di hemî qadan de em alîkariya xwe ji we kêm nakin.
Barzanî anî zimên ku bi Çekyayê re dixwazin pêwendiyên zanistî û qadên cuda jî bi pêş ve bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin