Cenazeyê Bavê Teyar gihîşt bajarê Qamişlê
PeyamaKurd – Cenazeyê şanogerê kurdî Cûma Xelîl (Bavê Teyar) ê ku di êrîşa dewleta tirk a li ser Bendava Tişrînê de canê xwe ji dest dabû, ji aliyê gelê Qamişlê ve hate pêşwazîkirin.
Şanogerê kurd Bavê Teyar (Cuma Xelîl) ê ku duh di êrîşa Tirkiyê ya li ser bendava Tişrînê de bi giranî birîndar bûbû û îro li nexweşxaneya Tebqayê canê xwe ji dest da ku lê dihat dermankirin.
Cenazeyê Bavê Teyar danê êvarê ji nexweşxaneya Tebqa hate wergirtin û ber bi bajarê wî Qamişlê ve bi rê ket.
Cenazeyê ku di têketina bajarê Qamişlê de ji aliyê bi sedan welatî û malbatên wî ve hate pêşwazîkirin.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.