PeyamaKurd - Serokê Şepêla Xed a Sûriyê Ehmed Cerba, bi tundî êrîşa ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şermezar kir.
Ehmed Cerba di daxuyaniyekê de got, “Em bi tundtirîn şêwe armanckirina dronên Îranê ji nivîsgeha Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şermezar dikim.”
Cerba got, “Diyar e ku armanckirina Pîrmamê û berî wê jî Hewlêr bi şêweyekî berdewam, ne beşek e ji şerê hêzên Îranê yên tundrew li dijî deverê bi behaneya armanckirina berjewendiyên Amerîkî, yan jî bilezkirina karekî dijî Îranê, lê armanc têkdana ewlehiya paytexta Herêma Kurdistanê û destkeftên aborî, siyasî û ewlehî yên Herêma Kurdistanê, ne.”
Di berdewamê de Cerba da zanîn, baskê tund li Îranê nikare hewlên Herêma Kurdistanê yên avakirina nimûneyeke Iraqî şaristanî qebûl bike.
Serokê Şepêla Xed a Sûrî Ehmed Cerba di dawiyê de diyar kir, vî baskî xerabî gihandiye Îranê û bi siyaseta tevlîhevkirina kaxezan, pêwendiyên Îranê li gel cîranên wê û cîhanê lawaz dikin.