PeyamaKurd – Fransa bo destekê bide hukumeta nû ya li Lîbyayê ji nûh de konsolosxaneya xwe vekir. Fransa piştî tevlihevbûna Trablûsê û şer û pevbçûnên li Lîbyayê konsolosxaneya xwe ya Li Trablûsê girtibû û li dora 50 hemwelatiyên Fransa û Amerîkayê ji Lîbyayê tehliye kiribû. Li ser vekirina balyozxaneyê serokê Fransayê Macron weha got:
“ Fransa destekeka tam dide Lîbyayê. Bi sedema tevlihevbûna Lîbyayê ya bi salan em deyndarê Lîbyane. Eger li Lîbyayê aştî û mêzên nebe û ji terorê safî nebe li Derya Sipî û Sahelê aştî nabe.”
Macron li ser profesyonelbûna artêşa Lîbyayê jî weha got:
“Em ê destekê bidin. Berpirsiyariya me temîna Yekîtiya Awrûpayê ye. Divê em bi dostên xwe Almanya û Îtalyayê re, temamê Awrûpa vêya biparêzin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin