PeyamaKurd – Serkonsulê Çînê yê Herêma Kurdistanê Luo Jun ragihand ku Çîn dixebite da têkiliyên Çînê bi Herêma Kurdistanê re li ser bingeha wekheviyê û berjewendiyên dualî xwurt bike. Luo Jun ragihandina xwe di wexta seredana ofîsa karên derve ya serokatiya Herêma Kurdistanê de kir.
Berpirsê baregeha têkiliyên derve yê serokatiya Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi sedema ku Luo Jun ji bo karê xwe yê nûh tayîn bûye, wî pîroz kir. Dizeyî ji bo Luo Jun ragihand ku ji bo xebatên wî di herêma Kurdistanê de biserkeftî be, ji destê wî çi were dê bo wî amade ye ku bike.
Luo Jun dilxweşiya xwe ji bo Herêma Kurdistanê ragihand û got:
“Em dixebitin da berjewendiyên Çînê û Kurdistanê li ser bingeha wekheviyê xwurt bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin