Venezuela: “Em ê pêwendiyên xwe bi DYA re xwurt bikin”

Venezuela: “Em ê pêwendiyên xwe bi DYA re xwurt bikin”

PeyamaKurd – Piştî serokê Venezuelayê Maduro bi fermana serokê DYAyê Trump ji welat hat revandin û birin DYAyê, serokê demkî yê Venezuelayê Rodriguez got ku ew dixwazin bi Amerîka re ji bo wextekî dirêj û bi îstîqrar têkiliyan deynin.

Seroka demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguez, tevlî bernama TV ya dewletê ya bi navê VTV'yê bû û got ku ew ê bi DYA re pêwendiyên xwe yên dîplomatîk zêdetir xwurt bikin.

Rodriguez, got ku ew bi DYA re xwediyê gelek mijarên hevparin her wekî di seha enerjiyê, madenkariyê û têkoşîna bi maddeyên hişbir re û dewam kir:

“Em dixwazin pêwendiyên ji bo dema dirêj û bi îstîqrar deynin lê divê li ser esasê rastiyê be.”

Rodriguez got ku serokê berê Maduro û hevjîna wî Cilia Flores ti gunahekî wan nîne û divê serbest bên berdan û dewam kir:

“Divê rastiya Venezuelayê bê zanîn. Em ne welatê maddeyên hişbirin. Serokê dewletê Maduro û jina wî bê guneh in.”