Civîna HSD-Hikumeta Şamê bi dawî bû

Dîroka Weşanê :
Civîna HSD-Hikumeta Şamê bi dawî bû

PeyamaKurd – Civîna di navbera fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de, derbarê nîqaşên li ser entegresyona leşkerî, bi dawî bû.

Li gorî dezgehên medyayê yên nêzîkî HSD, civîna di navbera şandeyeke payebilind a HSD û rayedarên hikûmeta Sûriyê de bi dawî bû.

Berdevkê HSD Ferhad Şamî berê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiribû ku şandeya HSD roja Yekşemê, 4ê Çileya 2026an, ji bo hevdîtinan bi rayedarên hikûmeta Sûriyê re çûye Şamê.

Şamî zêde kir ku şande bi serokatiya Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî ye û wê nîqaş li ser mekanîzmaya entegresyona HSD di artêşa nû ya Sûriyê de werin kirin.