PeyamaKurd – Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku li Parlementoya Tirkiyeyê (TBMM) ji bo nîqaşkirina qanûnên ku di pêvajoya bêçekkirina PKKê de werin derxistin hatiye damezrandin, dê sibê bicive.
Komîsyona Pêvajoyê, ku li TBMMê ji bo nîqaşkirina gavên qanûnî yên ku di pêvajoya bêçekkirina PKKê de werin avêtin hatiye damezrandin, dê sibê civîna xwe ya 20emîn li dar bixe.
Komîsyon wê sibê saet di 11:00an de li Hola Merasîmê ya TBMMê di bin serokatiya Numan Kurtulmuş de civîna xwe li dar bixe.
Di vê navberê de, tîma nivîsandinê ya ku wê beşdarî nivîsandina raporê bibe ku ji hêla komîsyonê ve were amadekirin, doh di bin serokatiya Numan Kurtulmuş de civiya.
Tîma nivîsandina raporê ji Parlamenterê Stenbolê yê Partiya DEMê Cengiz Çiçek, Cîgirê Serokê MHPê Feti Yıldız, Serokê CHPê Murat Emir, Serokê Koma Yeni Yol Bulent Kaya û Cîgirê Serokê Koma AKPê Abdulhamit Gul pêk tê.
Tê payîn ku rapora amadekirî ji Civata Giştî ya TBMMê re were pêşkêş kirin û li gorî raporê rêziknameyên qanûnî werin çêkirin.