Sebekeya ku muxalifên Îranê ji Tirkiyê direvînin Îranê hat roxandin

Sebekeya ku muxalifên Îranê ji Tirkiyê direvînin Îranê hat roxandin

PeyamaKurd – Li bajarê îstenbolê MİT û TEM ê bi hevre operasyon kirin û 12 kesan girtin. Xwediyê şîrketa By Saglam İhsan Saglam û xebatkarê ku li cem dixebite yê Îranî Morteza Sultan Sanjarı ji bo muxalifên Îranê ji Tirkiyê birevînin, ketine nav xebatê û şebeka wan hatiye roxandin.

Hat fêmkirin ku İhsan Sağlam û Morteza Sultan ji îstîxbarata Îranê ji Seyîd Mehdi Huseyni û Ali Ghahramanı Haciabad fermanê distînin. Ji bo revandina muxalifên Îranî li pey hev 150 hezar dolar pere dane wan. Ji bo kesên din ku yên bên revandin wê pereyên din jî bidin şebekê.

Kesên di nav şebekê de, ewilî ji Îranê navê kesê bêrevandin hîn dikin û pê re têkilî datînin û baweriyê didinê. Paşî wî bi awayekî dibin ciyê destnîşankirî û wî teslîmê îstîxbarata Îranê dikin.

Di nav lîsta kesên ku wê birevînin albayekî hebûye. Navê wî Mashali Fırouzı/Yaghoub Hafız e. Tesbît dikin ku bi malbata xwe ve li bajarê Denizliyê dijî. İhsan Sağlam li kesê ku wî aniye Tirkiyê yê yê qaçaxçî îşkence dike û ciyê wî hîn dibe. Kesê li ser navê îstîxbarata Îranê dixebite yê bi navê Morteza Sultan Sanjarı û İhsan Sağlam, ji albay re dibêjin îstîxbarata Îranê li peye û eger bixwaze dikarin wî bişînin welatekî dinê.

Albay bi wan bawer dibe û Sağlam û ve

 

hevalê xwe, di ser Iraqê de, bi malbata wî ve, di 17 ê sibata 2019 an de teslîmê Îranê dikin.

Hat ragihandin ku di karê tesmkirina mirovên muxalifên Îranê de ku bi mîlyonan kes li Tirkiyê dijîn, bi milyon dolarî pere ji Îranê distînin û wan teslîmê Îranê dikin.

Di mijarê de 12 kes di 9 ê sibata 2022 an de derxistine dafgehê û wan şandine zîndanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin