PeyamaKurd – Baregeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nûçeyeka rojnameya Îranî ya Keyhan red kir ragihand, rastiya wê nûçeyê nîne.
Baregeha Ragihandinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser nûçeyeka rojnameya Keyhan ya Îranê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnameya Keyhan îdia kiriye ku qaşo Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di peywendiyeke telefonî de spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kiriye ku di “kuştina Qasim Suleymanî de” alîkariya Amerîka kiriye! Ev nûçe derew e û ji rastiyê dûr e.
‘Di wê peywendiya telefonî de tenê behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hatibû kirin’
Di daxuyaniya Baregeha Ragihandinê ya Mesrûr Barzanî de her wiha hatiye gotin ku Mesrûr Barzanî di peywendiya telefonî de li gel Pompeo nîgeraniya xwe ji têkçûna rewşa Rojhilata Navîn nîşan dabû û têqezî li ser aramkirina rewşê kiribû.
Di wê peywendiya telefonî de tenê behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hatibû kirin û ti carî behsa wê mijara ku rojnameya Keyhan behs kiriye, nehatibû kirin.
Baregeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji berpirsên rojnameya Keyhan kiriye li ser belavkirina wê nûçeya derew daxuyanî bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin