Li Dîlokê 10 HDPî û DBPyî hatin girtin

Li Dîlokê 10 HDPî û DBPyî hatin girtin

PeyamaKurd - Li bajarê Dîlokê (Entab) ku beriya niha 54 kes hatibûn binçavkirin û 25 kes hatibûn girtin, li ser daxwaza dozger 10 endam û rêveberên HDP û DBPê yên din jî girtin.  

Li Dîlokê 14ê mijdarê polîsan li ser daxwaza dozger 54 endam û rêveberên HDP û DBPê binçav kiribûn û piştre 25 kes hatibûn girtin.

Herwiha 10 kes jî bi şertê kontrola edlî bi giştî 29 kes hatibûn berdan. Li ser daxwaza dozger 10 kesên ku bi kontrola edlî hatibûn berdan ji nû ve girtin. Hat zanîn ku li ser îtîraza dozger, heyeta dadgehê Hevserokê Rêxistina HDPê ya Dîlokê Sultan Bayindir,  Rêveberê HDPê Mustafa Tunç, Endamê Meclisa HDPê Omer Faruk Koç û endam Şefik Sondu, Durri Kaygusuz, Fadile Dikici, Cumali Taşçı, Ramazan Kuas, Azime Bali û Muslum Ozkan girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.

Hejmara girtiyên operasyona 14ê Mijdarê gihîşt 35 kesan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin