PeyamaKurd- Li Îranê rojnameya bi navê Qanûn ku bi terefdariya reformîstan tê naskirin, bi sedema seredana serokê rejîma Sûriyê Beşer Esed ya bo Tehranê rexne kir, bo demekî hat qedexekirin.
Li gor ajansa ISNA yê ya Îranê; Dadgeha Medya û Çandê ya Tehranê ji sibê û bi şûnde qedexeya weşanê danî ser rojanama Qanûn. Di biryara girtina rojnamê de hatiye ragihand ku sedem manşeta îro ye lê wê heya kengê weşana wê qedexe be, nehat gotin.
Rojnama Qanûn wêneyê seredana Beşer Esed ya bo Tehranê ku Esed û Alî Hamaney re hev hembêz kiribûn, di manşetê de weşand û weha got: Mêvanê nedawetkirî
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin