ENKS: Bi bêbextiyan dixwazin rêkeftina ENKS-TEV-DEMê têk bidin

ENKS: Bi bêbextiyan dixwazin rêkeftina ENKS-TEV-DEMê têk bidin

PeyamaKurd – Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser nûçe û îdiayên derew û bêbextiyên wekî; Pêşmergeyên Roj li Libyayê şer dikin ragihand ku yên bêbextiyan dikin dixwazin rêkeftina navbera ENKS û TEV-DEMê xira bikin.

Endamê Desteya Rêveberiya ENKSê Îmad Birho, li ser wan îdiayên hem ji aliyê Pêşmergeyên Roj hem jî ji aliyê Artêşa Niştîmanî ya Libyayê ve hatine redkirin got ku mebesta yên wan nûçeyan belav dikin guhertina rojevê û nerehetiya wan a li hemberî nêzîkbûna ENKS û TEV-DEMê ye ku piştî hewlên Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî hatibûn destpêkirin.

Îmad Birho ji BasNewrê re daye xuyakirin, dijminên Kurdistanê aciziya xwe ya li dijî nêzîkbûna ENKS û TEVDEMê bi zanebûn berevajî dikin û armanca wan xirakirina atmosfera baş ya me bi Rêveberiya Xweser re ye.

Endamê ENKSê Kawe Ezîzî jî li ser wan nûçeyên derew ên li ser medya civakî û malperên nêzî PKKê hatine belavkirin dibêje, "Mebesteke din a belavkirina van nûçeyên derew jî nixumandina bûyera radestkirina Mistefa Selîmî bo Îranê ye. Dixwazin bertekên gelê Kurd bikişînin ser aliyekî din.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin