PeyamaKurd - Li gorî encamên hilbijartina Cezayîrê Abdulmecîd Tebon bi ser ket û bû serokê 8emîn ê Cezayîrê.
Serokê Desteya Hilbijartinê yê Cazayîrê Mihemed Şerfî ragihand ku Serokwezîrê berê Abdulmecîd Tebon ji sedî 58,15ê dengan wergirtiye û bûye Serokê nû yê Cezayîrê.
Desteya Hilbijartinê da xuyakirin, Tebon 4 mîlyon û 945 hezar û 116 deng di hilbijartinan de wergirtine.
Desteyê diyar kir ku li gor vê encamê êdî pêwîstî li gera duyemîn nemaye û Tebon di gera yekem de bûye serokê Cezayîrê.
Mihemed Şerfî ragihand, bi giştî 24 mîlyon û 474 kes di hilbijartina Cezayîrê de deng bikar anîne û ji wan 914 hezar kes li derveyî welat dengên xwe dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin