PeyamaKurd – Li Raperînê ya Başûrê Kurdistanê polîsekî pasewanê sînor bi kêran hat birîndarkirin.
Li gor Berdevkê polîsê Raperîn Şoriş Îsmaîl got, şeva borî polîsekî sînor bi navê E.I. (51 salî) rastî êrişa kesekî hat û bi kêran hat birîndarkirin.
Şoriş Îsmaîl her wiha got, piştî wê me yekser ew kesê êrişkar girt û niha di bin lêpirsînê de ye.
Bi gotina wî efserê polîs, ew polîsê ku birîndar bûye, xelkê bajarokê Qeladizê ye.
Berdevkê polîsê Raperîn ti agahiyek din li ser wê rûdanê neda.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin