PDK-S: Li pês dîyaloga Kurdî-Kurdî nakokiyên çareser nebin tune ne

PDK-S: Li pês dîyaloga Kurdî-Kurdî nakokiyên çareser nebin tune ne

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) destnîşan kir ku ti nakokiyên aloz yên nayê çareserkirin li pêşiya diyaloga Kurdî – Kurdî tune ne.

Polîtburoya PDK-Sê îro 10ê Kanûnê rapora xwe ya siyasî belav kir û ragihand: “Rawestandina diyaloga yekrêziyê (Kurdî – Kurdî) ne ji ber nakokiyên aloz e. Tevî ku hin xalên nakok hene, lê nayê wê wateyê ku nayên çareserkirin. Danûstandin dê rojên bê de careke din destpê pê bikin.”

Di daxuyaniya Polîtburoya PDK-Sê de hat diyarkirin, tevî ku hin daxuyaniyên neberpirsiyarane ji aliyê din derdikevin jî ew hêvî dikin ku ev diyalog bikeve xezmeta doza netewî û niştimanî û pêwîstiyên vê qonaxê.

PDK-Sê di rapora xwe de bang li aliyên pêwendîdar ên diyalogê kir ku xwe ji çêkirina bahane û astengiyan dûr bigirin, da ku di zûtirîn demê de armanca tê xwestin pêk were.

Polîtburoya PDK-Sê herwiha li ser rewşa Serêkaniyê û Girêspî diyar kir ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi hevalbendan hewl dide binpêkirinên têne kirin bêne rawestandin û rê ji bo vegera koçberên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê re bê dîtin, da ku vegerin ser cihên xwe. Di wê derbarê de jî divê lêkolîneke giştgîr bê kirin, da ku êş û azara xelkê kêm bibin û bikarin xwe bi xwe birêve bibin û grûpên çekdaran ji navenda bajarên bên derxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye zêdetirî 9 meh in bi navbeynkariya Amerîka û piştevaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, di navbera ENKS û PYNKê de danûstandinên yekrêziyê têne kirin. Niha danûstandin gihîştiye qonaxa sêyemîn, lê ji ber hin sedemên teknîkî amadenebûna şanda Amerîkî zêdeyî mehekê ye rawestiyane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin