PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Dr. Ahmet Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn û 112 roj in li Girtîgeha Qeyseriyê dimîne îro derket pêşberî dadgehê.
Di rûniştina duyemîn a li 9emîn Dadgeha Sizayê Giran a Diyarbekirê de ku Mizrakli bi rêya SEGBIS ango platforma deng û dîmenî ji girtîgehê beşdarî kir, heyeta dadgehê biryara girtîmayîna wî da û danişîna dahatî jî bo 9ê Adarê bipaş xist.
Mizrakli li ser îfadeya keseke îtirafkar a bi navê Hicran Berna Ayverdi, hatiye girtin û tê darizandin ku bi hinceta endamtiya rêxistinê heta 15 salan ceza jê re tê xwestin.
Mizrakli îdia û îfadeyên îtirafkar red dike û dibêje, doza li ser wî siyasî ye û dadgehê jî bêhiqûqî û nedadwerane tawanbar dike. Mizrakli di rûniştina îro de ragihand ku ew êdî bi SEGBISê beşdarê dadgehê nabe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin