‘Dahata Silêmaniyê vegere xezîneya Kurdistanê pirsgirêka mûçeyê namîne’

‘Dahata Silêmaniyê vegere xezîneya Kurdistanê pirsgirêka mûçeyê namîne’

PeyamaKurd – Endamê Encûmena parêzgeha Silêmaniyê Îsmaîl Elî da xuyakirin, dema ku dahata Silêmaniyê vegere nav xezîneya giştî ya Herêma Kurdistanê wê pirsgirêka mûçeyê jî çareser bibe.

Endamê Encûmena parêzgeha Silêmaniyê Îsmaîl Elî ji BasNewsê re gotiye, haya me ji dahata Silêmaniyê nîne û em nizanin çend e û çi lê tê û kî dibe.

Îsmaîl Elî diyar kiriye, dahat û dirav piştî ku ji aliyê sazî û dezgehên fermî yên parêzgehê ve tê komkirin, derbasî liqa banka navendî ya Silêmaniyê dibe lê ji wir û pê de ew nizanin çi lê wî pereyî tê.

Herwiha Elî destnîşan kir, eger dahata Silêmaniyê bi zelalî vegere xezîneya giştî ya Herêma Kurdistanê, krîza mûçe jî çareser dibe û xizmetguzarî jî wê paş nekevin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin