PeyamaKurd - Dema xwe namzedbûnê ji 12ê vê mehê destpê kiribû. Li gorî agahiyan, di mawayê sê rojan de 7 kes bûne namzed lê heta niha tenê 5 kesan belge û CVyên xwe gihandine serokatiya parlementoya Kurdistanê.
Li gorî rêbaz û qanûnên Kurdistanê, heta du rojan mohlet hatiye dayîn bo wan kesên ku bixwazin bertek nîşan bidin. Piştî wê mohletê serok dê di nav sê rojan de û ji aliyê parlementoyê ve bê hilbijartin.
Di nav namzedan de şansê namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ji hemiyan zêdetir e. Ji ber ku ew di heman demê de namzedê YNK û Goranê ye jî.
Tê texmînkirin ku Nêçîrvan Barzanî bi 90 dengan bibe serokê nû yê Herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin