PeyamaKurd – Cevdet Konak û Bîrsen Orhan ên ji Partiya DEMê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Dêrsimê hatin hilbijartin, mazbataya xwe wergirtin.
Hevserok Bîrsen Orhan û Cevdet Konak ku li navenda Dêrsimê ji Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) şaredarî bi dest xistin, tevî Parlamentera DEMê ya Dêrsimê Ayten Kordu, Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek û gelek endamên partiyê hatin ber Edliyeyê û mazbataya xwe ji desteya hilbijartinê ya parêzgehê wergirtin.
Şaredarê DEMê Cevdet Konak ku şaredariya bi serokatiya Serokê Şaredariya Dêrsimê ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) Mehmet Fatîh Maçoglu girt, diyar kir ku ew ê li ser şaredariyê her tiştî bi awayekî zelal vebêjin.
Konak got, “Îro me erka gelê xwe girt, me erka çiyayên Dêrsimê girt, ev erk pejirandin, heqîqet û rastiya me ye. Gelê vê xakê dibêje zimanê xwe, bav û kalên xwe, ax û nirxên xwe biparêzin. Me ev erk girt ser xwe ku ev wesayet hebe. Me bi hevalên xwe re şaredarî ziyaret kir û spasiya xebatkaran kir. Em ê rave bikin da ku gelê me bizane deynê şaredarî heye, çi erebê wê hene, deyndar e yan na."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin